Kremlînolojî

Mizgîn Ronak Aydin

Feylezofê nûjen û navdar Slavoj Zîzek, di pirtûka xwe ya bi navê Stalinizm ya da Stalîn İnsanın İnsanliğını Nasıl Kurtardı? (Encore Yay.) de li gel gelek tiştan bal dikşîne ser binavkirina rewşê û rastiyê ya li gor kêf û hişê îdeolojîk (hema min nexwest bêjim ‘bîrdozî’, lew li gor min bîrdozî wateyek xwe ya xweştir heye) û hin mînakên li ser kremlînolojiyê dide, lew ev têgeha ku bi taybetî di dema ”şerê sar” (cold war) da ji hêla analîstên rojavayî ve hatiye kemilandin, tam behsa wê tiştê dike. Mînak hin bûyer diqewimin, kes nizane çima, lê nikare bipirse jî. Rewş wisa dijwar e ku, kesên di wêneyên Lenînê pêşeng de yeko yeko tine dibin, paşê ji wan wêneyên sembol jî tên derxistin û…Û bêdengî… Yanî bûyer pêk tên, lê mij û moranek welê heye ku ne kes dikare fam bike, ne jî piştî ku fam kir pirs bike.

Yanî çav hem rastiyê dibînin hem jî nabînin. An jî ku em bi wê gotina pêşiyan bêjin; ”En ku dizanin jixwe dizanin, ên ku nizanin baqê nîskan in” lê di cîhana kremlînolojîk da zanîn û baqên nîskan, baqên nîskan û xwelinezanînêdayîn tevlêhev dibin. Û êdî zanîn jî nezanîn jî tiştek sunî, yanî çêkiriye. Lê rastî! Rastiya ku bi senfoniya Çaykovskî dengê xwe bilind dike, çawa li cîhê xwe disekine? Wele disekine. Lewre belkî civat, tam di vê wateyê de lebatiyî(organîk) tevdigere û wek tevî tiştên zindîwer, di dema tehlîkê de xwe li mirinê datîne. Balkêş e ne, tenê zindî dikarin di demên tarî de xwe li mirinê deynin û heta demek bimirin, heta ku tehlîke bialî bikeve. Ew tehlîke kî ye çi ye ancax kremlînolojî zanibe; lê ew jî navê wê li ser e, kremlînolojî ye; tu car rastiyê nabêje, carna rastiyê lal dike, carna jî tarûmar. Û kesên rexnekar û wêrek, berê ji jiyanê, dûre ji wêneyan kêm dibin. Ne şahid ne şihûd. Dît hebû, dît tunebû.

Îja li gor çend nîşeyên ji lênûska min a ji zindanê, Zîzek du mînakan daye. Yek jê ev e; sal 1956 e, Anastas Mîkayan difire diçe Bûdapeşteyê. Ji ber ku serok Matyas Rakosi Stalînîstek dijwar e, ji partiyê hatiye îxrackirin. Digihîje balê û dibêje çi gelo?Helbet em ê nizanibin. (An jî belkî ên ku bêjin ’em dizanibûn’, hebin) dibêje; ”Serokatiya Sovyetê biryar da ku tu nexweş î, divê tu li Moskowê bêyî tedawîkirin.” Em nizanin ku Rakosiyê Stalînîstê dijwar lê ne nexweş gotiye çi, lê em dizanin ku wî jî demên berê biryarên wiha ”tibbî” daye, bela kiriye û ji bo pêkanîna wan firiyaye hin deran.

Di pirtûka navborî da nîne, lê niha hat bîra min, di Yaşam ve Yazgi (weş.can) ya Vasîlî Grosman de jî kremlînolojî diranên xwe nîşan dide. Rojek ji nîşkava, Karîmovê berxwedêr ê ku li Stalîngrada efsanewî di sîperan da ye (wek ku tê zanîn, heman tişt hatiye serê nivîskar bi xwe jî) lê vardiqle ku way jê re êdî nabêjin ”rêheval”lê dibêjin ”hemwelat”, dilerize, lavan dike dibêje; ”Rêhevalno, ez rêheval im, hûn çima ji min re dibêjin ‘hemwelat?” Lê ew tenezul nakin sedem-medemê bêjin, hew dibêjin ”Tu êdî tenê hemwelatî yî.” Ew terfî an jî ew nişîvkirina terfiyê wilo li ser serê wî dimîne, heta bi hetayê…

Mînaka din a ji pirtûka navborî jî wiha ye. Heta salên 1960î, giregir û pêşengên Sovyetê, li Meydana Sor a navdar tên veşartin, belam paşê êdî cîh namîne û êdî kûpên xweliya miriyan li nav valahiyên li dîwarên kremlînê tên bicîhkirin, yanî goristana nû, êdî li wir e. Belam sovyeta ku wek ”împaratoriya şanîdariyan” jî tê binavkirin, di daxwiyaniyan de rastiyê naguherîne û wek berê dibêje ”Cenabê filan kes li Meydana Sor hate veşartin”. Îja pazde endamên akademiya sowyetê û enstîtuya zimanê rûsî, ji Komîteya Navendî re pêşniyaz dikin ku di daxwiyaniyên di vê derbarê li gor rastiya heyî wiha bê gotin; ”Kûp an jî tasa filankesê li nav dîwarên kremlînê hat veşartin”. Lê bersiva ku çend hefte paşê bi telefonê tê wiha dibêje; ”Komîteya Navendî pêşniyaza we nîrxand û biryar da ku hevoka berê were parstin.” Çi parastinek bi heybet ne, parastin. Parastina li dijî rastiyê. Mesela qey her kesê nizanibû ku jixwe êdî li meydanê cîh nemaye û goristan êdî li cîhek din e? Dizanibûn lê ji bo ku zanîn û navandina rastiyê di bin destê Komîteya Navendî de bû, biryar jî ya wan bû. Biryara çawaniya rastiyê ku di heman demê de berovajîkirina rastiyê jî bû.

Ji ber vê rewşê ye ku Zîzek dibêje, ”Ma kremlînolojî jî cêwiyê sovyetolojiyê yê mustehcen nîne, rêveberiya Sovyetê bi kremlînolojiyê rewşa nesnel bi daneyên sosyolojîk, îstatîstîk û guherînên desthilatiyan vedikole, sovyetolojî jî bi sîstemek semiyotîk (watenasiyî) ya şîlo…” Sîstemek watenasiyî ya şîlo, ne zelal û korker… Ma ev hal û rewşa xerabker lê eletewş, ji kê ji me re xerîb tê? Şam dûr e, qey mişar jî dûr e. Kremlîn û heyama navborî dûr e, lê rewş û analîz û têgihîştin û bîrzelalî jî dûr e?Kî dikare nebîne ku tasên xweliyên kurdan ên li nêva vê gerdûna xwelîliser zûda cîh guhertine û miriyan jî zindiyan jî ji xwe re cîhên din dîtine, lê hêj nikarin bêjin, lew watenasî zehf şîlo ye. Loma lazim e ku em xwe jî analîz bikin û bibînin ku em jî çiqas şibiyane an neşibiyane wan.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir