Şiyandariya zimên

Dilawer Zeraq

Ziman, di hundirê xwe de, xweyî taybetiyên wekî, sînor, berfirehî, kûrahî û rengûawayê (quality) ye ku ev taybetî gelek caran ji derveyî me hene û em, pirî caran, di gava bikaranînê de, rastî çanda di nav zimên de hewiyayî tên û awayê ramîna me, watedarkirin û têgihdarkirina me, rabûnûrûniştina me û pêwendiyên me ên bi hev re û yên bi heyîn û diyardeyên ji derveyî me re jî, li gorî van taybetiyan rengê xwe digirin.

Di vê diyarkirinê de, her ziman li ser hêza çanda xwe, ava dibe û dîsa li ser çanda xwe ji zimanê din cuda dibe. Û her parçeyekî çanda di nav zimanekî de hewiyayî, nimandina wê jihevcudabûnê dike.

Çanda ku em niha behs jê dikin, ew çand e ku berî me hatiye afirandin û têgihên wê, derbiranên wê û wateyên wê yên jiyanî û ramînî, ji gelek hêlan ve li zimên bar bûne, di zimên de hewiyane; û em, gava behsa berfirehî, kûrahî, têrdarî û şiyandariya zimanekî dikin û bi gelek hêmanên wî ên tê de hewiyayî şanaz dibin, ev pêşanazbûna me jî dibe beşeke sedem û peyta hebûna me ya hem kesaneyî hem jî neteweyî. Û her parçeyekî çandê yê di zimên de hewiyayî, dibe parçeyekî ji dîtin, hîskirin, ramîn û pêhisînên me; pê re jî, ew ziman dibe zimanê me yê zikmakî û “Zimanê me yê zikmakî, awayê me yê ramînê û famkirina me ya ji dinyayê diyar dike.” 1

Di vê deqbend (kontekst) û çarçoveyê de; gava pêwîst dike, çand bi metafor û wateyên gelêrî, mecazî û ramînî dide der; û hevrengiya çand û zimanan ya dîmaneyî (rêjekî)*, bi me dide hisandin û nasîn.

Ziman, wekî qaydeyeke asayî ya pevrebûneke xwezayî û mirovbûnê, ji hev cuda dibin. Û cudahiya rastîn ya di navbera zimanan de, ne şiyandarî an jî neşiyandariya zimanan e, lê cudahiya esasî ew e ku zimanek; ji bo ku taybetiyên wê li kar bixin, bi hêza çanda xwe, “han dide axêverên xwe” û bi bikaranînê re jî li axêver û bikarhênerên xwe dibe kurmê jiyanî.

Û hêza çandî, ya çêlhatî; ew hêza pêramîn û dinyabîniyê ye ku “gel û netewe” tê de dihewin, pê re dijîn û bi wê pêwendiyên xwe ên piralî û dorfireh datînin.

Di ser van zanyariyan re, gava em behsê bibin ser zimanê kurdî (mebest jê kurmancî ye) û bala xwe li ser dabaşeke rojane bihêlin, em ê berê xwe bidin ser binavkirina rengan (gûn-gwîn) ku di van çend rojêj dawiyê, di binavkirina bi kurmancî ya partiya bi navê YSP (Yeşil Sol Parti)yê de, gengeşî û heftûheşt li serê çêbûn.

Berî ku ez di dabaşê de herim, pêşî ez ê agahiyekê bi we re parve bikim. Awayê ku Guy Deustcher radiguhêzîne me, B. Berlin û P. Kay, di navbera gel û çandên cuda cuda de, lêgerîn û lêkolîneke li ser rengan dikin û gava mînakên herî geş û berbiçav yên gwînan (rengan) ji wan dipirsin, wekî dongî dide der ku gelek civat û gel nikarin rengên “şîn” û “kesk” ji hev derxin; û ew van rengan wekî du tonên ji hev cihê yên heman rengî (gwînî) qebûl dikin.2 Ev rewşa hanê di kurmancî de jî heye ku gelek kurmanc rengên (gwînên) “şîn” û “kesk” tev li hev dikin.

Heftûheşta me behs jê kir, li ser navê partiya YSP (Yeşil Sol Parti)yê ye, sazbûna vî navî li ser hiş û mentîqa bi tirkî ye û tê de navê rengê (gwînê) “yeşil” heye; û ev nav, di deqbenda (konteksta) navlêkirinê de, xwe dispêre wê doz û ramanweriya parastina (rengê) xwezayê. Li gorî çanda ramîn, watedarî û têgihdariya ku di zimanê tirkî de dihewe, peyva “yeşil, yeşillik”ê, wekî esasî, bi sê awayan didin der. “Yeşil-yeşillik; 1) Ew reng e ku ji têkelbûna zer û şîn çêdibe û pelên gelek dar û riwêkan ev reng e. 2) Tişteya ku di vî rengî de ye. 3) Rengê sewze û meyweya çênebûyî.”3

Herçî deqbenda çandî ya kurmancî ye, di vê dabaşê de, jihevcudabûneke navxweyî heye ku bi du awa û peyvan tên gotin û derbirandin. 1) Hêşîn-Hêşînay(h)î: Ji bo rengê xwezayê ye ku hem parçeyekî ji xwezayê ye û hem jî rewş û teyisîna rengê xwezayê dide der. 2) Kesk: Ji bo wî rengî tê gotin ku rewş û xuyanga tişteyekê, heyînekê dide der û vê taybetiya tişte û heyînê diteyisîne.4

Bi van mînakan, em dikarin bêjin, cudahiyên jiyanî û zimanê çandî, bi me didin zanîn ku her yek di deqbenda xwe de dihewe û cudahiya ketî behsê, ji bo kurmancî-tirkî, wiha ye:

kurmancî tirkî

kesk (reng)yeşil

hêşîn (xweza)yeşil

hêşînay(h)î (sewze) yeşillik

Wekî din jî, ev arîşe, ne tenê mijara binavkirina rengan e, di hema demê de, gelemşeyeke wergerandinê ye, -bi taybetî wergerandina li ser hîm û çarçoveya zimanê çandê ye- ku gelek kes (an jî wergêrên) kurmanciyê, ji ber “duzimaniya xwe ya şikestî û têrnekir” radibin peyvan, ji deqbendên wan ên piralî dûr û bi awayekî motamot (peyv bi peyv), werdigerînin.

Wekî dawî, em dikarin bêjin; hêz û şiyana çandî ya zimanan, ne wekî hev e, rengûawayê wan wekî hev nade der û nayê derbirandin. Her wiha, hêza çandî ya zimanekî, di heman demê de, aliyê herî xurt ya şiyandariya wî zimanî ye û tu tiştek tune ye ku zimanek neşê (nikaribe) derbibire. Û helbet, gava dor tê ser çarçoveyên taybet û xweser yên watedarî û têgihdariya zimanekî, zimanê çêlhatî, di nav sînorên xwe yên afirînê, avakirinê û derbirînê de çareserî ji xwe re peyde dike.

Jêrenot:

1 – Sapir Edward, Raguhastin: Deutscher Guy (2019), Dilin Aynasından, İstanbul: Metis Yayınları

2 – H.b

3 – TDK Sözlük: https://sozluk.gov.tr (min pênaseyên tirkî wergerandin kurmancî)

4 – Farqînî Zana, Ferheng; Kurdî-Tirkî, Weşanên Enstituya Stenbolê (min pênaseyên tirkî wergerandin kurmancî)

* Relatively: Bi wateya teoriya Einstein e ku Z. Farqînî ev têgih wekî ‘dîman, dîmaneyî’ û S. Saadallah ew wekî ‘bi rêjeyî, rêjekî’ destnîşan dike.

Têbinî: Pêwîst e em diyar bikin ku li Başûr, kurmancîya Behdînanî, hem ji bo rengên xwezayî hem jî ji bo rengê ku rewşa heyînan dide der, dibêjin; kesk-keskatî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir